Sîyasî

Keç’a k’urde ji Bêlgîyaê 4O r’oja li h’ebsa t’irkada maye

Xwendik’ara aspîrantûrayê, keç’a k’urde ji Bêlgîyaê Gyûlsûm Cêntîkaya 27-salî bona nivîsara derheqa k’urdada, ya fêysbûkêda, 4O r’oja h’ebsa t’irkada maye. Ev nivîsar ewê çar sal pêşda kiribû. Malbeta Gyûlsûmê e’lam kiribû, wekî ew ditirsin, ku keç’a wanê aza nebe, eger seroketîya Bêlgîyaê t’evî wî îşî nebe. Cêntîkaya cara e’wlin sala par çûye T’irk’îyaê. Îsal ew t’evî dê û bavê xwe çûye T’irk’îyaê û li ser sînor hatîye girtinê.Apê wê r’êjîsîorê e’yan Byûlênt Ozt’yûrk’e, yê ku gotibû,wekî ew bona r’exnekirina sîyasîya t’irkaye  hindava k’urdada hatîye girtinê.Çend r’oj pêşda ew aza berdane.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button