AborîSereke

Banka h’emdinîyaê hazire bona r’êformên fînansî piştgirîyê bide h’ukumata Herêma K’urdistanê

Banka h’emdinîyaê hazire p’êşekzana bişîne Herêma K’urdistanê û bona mîyaserkirina desta r’êformên fînansî piştgirîyê bide h’ukumata Herêma K’urdistanê. Derheqa wê yekêda serokê bankê Maşrêk Saroc Kûmarca wextê r’asthatina t’evî serekwezîrê K’urdistanê Me’srûr Barzanî gotîye. Me’srûr Barzanî daye dîyarkirinê,wekî kabînêta wîye wezîra dixweze ku êkonomîka dîvêrsîfîkasîyakirî hebe û  dereca jîyana li K’urdistanê bide bilindkirinê. Ewî piştgirîya banka h’emdinîyaê silav kirîye.Barzanîyê serekwezîr daye zelalkirinê,wekî kabînêta wî li ser goveka malhebûna gundîtîyê, senayê û tûrîzmê dixebite. Ew usa jî gumane, ku învêstîsîyaên hundur’ û bîyanî bide zêdekirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button