ÇandSereke

Fîlma dokûmêntale derheqa Me’sûd Barzanî û pêşmerga li Hewilêrê li ser êkranaye

Fîlma bi sernavê “Barzanî: pêşmergê serbestîyê” fîlma dokûmêntal derheqa jîyana Me’sûd Barzanî, serokê partîya K’urdistanêyî Dêmokratîk û serokê K’urdistanêyî berêda gilî dike. Fîlma hazirkirî derheqa zar’otîya wî, şer’k’arîya wîye nava cêrgên pêşmergada û r’êfêrêndûma derheqa serbestîya K’urdistanêda dide k’ifşê. Fîlm ji alîyê R’ûdaw Mêdîyaêda hatîye r’aberkirinê. “Şer’k’arîya Me’sûd Barzanîyê lîdêr, p’areke şer’k’arîya k’urdaye bona azayêye”,-serokê R’ûdaw Mêdîyaê Ako Meh’med gotîye. Aso H’ecî jî prodyûsorê fîlmêye. Me’sûd barzanî sala 1946-a hatîye dinîyaê, ji sala 2OO5-da h’etanî sala 2O17-a serokê Herêma K’urdistanê  bûye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button