CîhanSereke

Li Ermenîstanê învêstîsîya sê cara zêde bûne: N. P’aşînyan r’eqem belav kirine

Ji meha çile h’etanî  t’ebaxa sala 2O19-a, h’ukumatê mecal dane neh progiramên învêstîsîon, bi k’îjanê învêstîsîyaên bahê 95,5 mîlîyard dirama hatine cîwarkirinê û 969 cîyên xebatê hatine sazkirinê. Derheqa wê yekêda r’ûp’elê xweyî fêysbûkêda Nîkol P’aşînyanê serekwezîr nivîsîye. “Ji bacê dewletê 4O programên învêstîsîon aza bûne, bi saya k’îjana 153 mîlîyard diram hatine învêstkirinê û 2378 cîyên xebatê saz bûne”,- ewî nivîsîye. Serekwezîr usa jî gotîye,wekî nava wî we’deyîda,  sala 2O18-a mecal dane 12 progiramên învêstîsîon, bi saya k’îjana 34,9 mîlîyard diram hatine învêstkirinê û 813 cîyên xebatê saz bûne. “ Bi vî cûr’eyî nava doranên berne’mada r’eqema învêstîsîya gihîştîye 212 selefa, yan jî sê cara zêde bûne. Cîyên xebatê bi  6O,6 selefa zêde bûne”,-P’aşînyan nivîsîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button