Sîyasî

H’ukumata K’urdistanê şikyatê xwe li ser serokê parlamênta Îraqê pêşda k’işandîye

Wezîreta K’urdistanêye e’daletê li ser spîkêrê parlamênta Îraqê Meh’med Xalbûsî şikyat kirîye.Şikyat şandine meh’kema Îraqêye fêdêral girêdayî wê yekêr’a,wekî ewî nava qanûna derheqa hilbijartinên provînsîyalda guhartin nekirine.Nava e’lametîyêda hatîye dîyarkirinê,wekî hilbijartinên provînsîyal wê sala 2O2O-î derbazbin û ew dijî konstîtûsîya Îraqêne, anegorî gavên dêmokratîk nînin û bo wê yekê jî ew qanûn gerekê bê guhar’tinê, qanûna nû gerekê ji alîyê parlamêntêda bê hazirkirinê. Anegorî qanûnê hilbijartin gerekê nîsana sala 2O2O-î derbazbin û her kes gerekê cîyê jîyîna xwe t’evî hilbijartinabe. Hatîye dîyarkirinê, ku eger bijarvan cîyê jîyîna xwe denga nedin, li k’îderê ew dimînin, ew deng wê neyêne h’esabê. H’ukumata K’urdistanê dijî wê qanûnêye, k’urdên ku r’ûê bêqezîyabûnêda ji neh’îyên hevr’aqayîlnekirî derk’etine û nikarin cîyê jîyana xwe dengê xwe bidin, li k’îderê ew r’êgîstrasîyakirîne, çimkî 16-ê cotmeha sala 2O17-a qewatên H’eşid Aş Şaabîyê k’etine li wan neh’îya. Eger guhar’tina qanûnê nekin, wî çaxî bijarvanên k’urd wê nikaribin dengê xwe bidin, yên ku bi mecbûrî çûne Herêma K’urdistanê, û dengê wana wê neyêne h’esabkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button