SerekeSîyasî

Teyarên t’irkaye leşkerî dîsa gundên K’urdistanêye li ber sînor dane ber bomba

Teyarên t’irkaye leşkerî şeva çarşemê gundên  K’urdistanêye li r’ex sînor dane ber bomba.Ew bi me’nîya derbgîhandina dijî PKK-ê ew yek kirine. Serokê neh’îya Sîmêlanê Fêysal Alanî gotîye,wekî teyarên t’irka li ser neh’îyêr’a çûne- hatine, derb gîhandine dor-bera, r’ûê çida nava binelîyên gundda t’evlîhevbûn çê bûye.Ewî gotîye,wekî li neh’îya wan t’abîyên PKK-ê t’unene, lê teyarên t’irka derba dighînine dor-berên li wir.Em bêjin,wekî nevsên K’urdistanêye r’esmî çendik-cara bangî T’irk’îyaê û PKK-ê kirine ku ji zordarîyên li ser têr’orîya K’urdistanê dûr bimînin, r’ûê çida h’etanî niha bideha binelîyên e’dil hatine kuştinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button