Cîhan

Em nava cêrga welatên t’êk’nolîcîda cîyê xwe digrin: T. Avînyan

Cîgirê serekwezîrê Ermenîstanê Tîgran Avînyan h’evtê cotmeha sala 2O19-a h’esab kirîye çawa r’ojeke dîrokî bona Ermenîstanê. Li ser r’ûp’elê xweyî fêysbûk’ê ewî daye dîyarkirinê,wekî bi sedsala ser hev ermenî û Ermenîstan bûne e’frandarên destanînên ulmî û û tiştên t’eze. “Ew yek,wekî em li Yêrêvanê h’emcivîna têk’nolocîyên înformasîon derbaz dikin, ya ku t’eşkîldarîke vê govekêye here k’ifşe, dide dîyarkirinê,wekî welatê me nava cêrga welatên bi têk’nolocî pêşk’eftîda xwe r’aber dike. H’etanî destpêbûna h’emcivînê jî Ermenîstan merk’eza guhdarîya prêssa navnet’ewîda bû û werguhêzî merk’eza têk’nolocîyayên înformasîon bûye”,-Tîgran Avînyan gotîye. Bi gotina wî nava van salên dawîda zêdaya vê govekê gihîştîye 27-28- selefa. H’ukumat dice’dîne piştgirîyê bide vê govekê. “Ez dikarim bêjim,wekî li Ermenîstanê kûltûra vê govekê saz bûye, û ev hersê r’ojên pêşîya me ne t’enê dereca cî r’êgîonêda girînge, lê bi dereca h’emdinîyaêye, çimkî nava r’ojeva h’emcivînêda pirsên merivatîyêye girîng hene”,-cîgirê serekwezîr gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button