
59 parlamêntvanên fransiz bangî serokê Fransîyaê Êmanûêl Makron kirine, ku ew gavên anegor biavêje, bona ku sanksîyaên anegor dijî Enqerê pêşda bik’işînin.Xudanên wê ne’mê dane dîyarkirinê,wekî ew êrîşa T’irk’îyaêr’a girêdayî xemgînin, ya li ser K’urdistana Sûrîyaê. Ew h’esab dikin,wekî opêrasîyona t’irka mafê navnet’ewî dit’er’ibîne û h’alê li r’êgîyonê ze’yîf dike. Bo wê yekê jî ew bangî lîdêrên avropî dikin, ku ce’dandinên xwe bidine xebatê, bona ku êrîşa t’irka bidine sekinandinê û k’urdên t’ifaqdar boy qîmetîyên dêmokratîk û azayê bip’arêzin. Parlamêntvana usa jî gotîye,wekî Avropa gerekê hevr’axeberdanên t’evî T’irk’îyaê, yên bona endemtîya wêye nava Yektîya Avropayê bidine sekinandnê û alîk’arîya fînansîyê nedine T’irk’îyaê.Bi wê yekêva t’evayî ew dixwezin ku T’irk’îyaê ji nava NATO-ê derxin, bi wê me’nîyê,wekî T’irk’îya bi wê yekê bêqezîyabûna NATO-ê dike bin derbê. Parlamêntvana usa jî serokê ŞAY T’ramp’ nava xêfiktîyêda gunek’ar kirine û bangî lîdêrên aropî kirine ku trîtorîyaên bin kontrola t’irkada bikine zona bêqezîyabûnêye bin p’arastina Avropayê, h’etanî ku pirsgiêka Sûrîyaê bê h’elkirinê.Wana bîr anîye,wekî sala 1991-ê wî cûr’eyî bona k’urdên Îraqê ew yek kirine û peyî wê yekêr’a K’urdistana Îraqêye e’dil pêşda hat.