SerekeSîyasî

Hêzên Sûrîya Dêmokratîk e’lam kirine,wekî êrîşa t’irkaye li ser R’as Al Aynê paşda dane

Hêzên Sûrîya Dêmokratîk e’lam kirine,wekî êrîşa t’irkaye li ser R’as Al Aynê paşda dane, ya ku bi eskerê t’irka û t’ifaqdarên wane îslamîstên li Sûrîyaê hatîye mîyaserkirinê, yên ku cêr’ibandine bik’evine bajêr’.Usa jî hatîye r’agîhandinê,wekî T’irk’îya r’êjîma agirbestê li bakûr-r’ohilatê Sûrîyaê xweyî nake û h’etanî niha jî berbi k’urda  agir dibarînin. K’urdar’a li hev hatîye sê avtomaşînên t’irkaye leşkerî bişewitînin, lê nêzîkî R’as Al Aynê jî sê ç’ekdarên îslamîst hatine kuştinê. Qewatên t’irka û ç’ekdarên îslamîst cêr’ibandine li K’obanê û Girê sipî çend gunda hildin bin kontrola xwe, lê qewatên k’urdar’a li hev hatîye wana bidine sekinandinê.Wextê wê p’evçûyînê, cêrge ç’ekdarên îslamîst hatine kuştinê û sê avtomaşînên zirih’kirî hatine şewitandinê.Hatîye r’agîhandinê,wekî nava wan p’evçûyînada 15 şer’k’arên k’urd şih’îd k’etine.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button