SerekeSîyasî

K’urda û ŞAY li bakûrê Sûrîyaê k’atibê prêssa DAÎŞ-ê kuştine

Nava encamê opêrasîyona k’urda û amêrîkîyaye li bakûrê Sûrîyaê, wek’îlê t’eşkîleta DAÎŞ-ye têr’orîstî, alîk’arê lîdêrê DAÎŞ-ê Abû H’esen Al Mihacîr hatîye kuştinê. Ew yek li nêzîkî bajar’ê Cereblûsê qewimîye.Bi saya înformasîya ce’sûsî, ya hêzên Sûrîya Dêmokratîk û usa jî qewatên ŞAY li hev hatîye wê opêrasîyonê mîyaserkin. Fermandarê hêzên Sûrîya Dêmokratîk Me’zûlm E’vdî gotîye,wekî ev yek bûye berdewama opêrasyîona derbazbûyî, nava encamê k’îjanêda lîdêrê DAÎŞ-ê E’bûbek’ir Al Beg’dadî hatîye kuştinê. Serokê ŞAY Donal T’ramp’ kuştina lîdêrê DAÎŞ-ê îzbat kirîye.T’ramp’ gotîye,wekî lîdêrê DAÎŞ-ê nexwestîye t’eslîtmbe, xwe t’eqandîye û r’ûê wê t’eqînêda sê zar’okên wî jî hatine kuştinê. T’ramp’ bona piştgirîya nava wê mîsîyaêda r’azalixî e’lamî R’ûsîyaê, T’ilk’rîyaê, Sûrîyaê, Îraqê û k’urdên Sûrîyaê kirîye.Bi gotina wî k’urdên Sûrîyaê înformasîyona k’ardar dane ŞAY.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button