
Sênatorê ŞAY Lîndsî Grêm bangî T’irk’îyaê kirîye, ku agrêsîya li bajar’ên Sûrîyaêye T’êl-T’amirê û K’obanê bidine sekinandinê, e’şaretî daye ku mîyasernekirina vê yekê wê bi t’emamî p’êwendîyên t’evî Waşîngtonê bide t’er’ibandinê.Ewî eşkere gotîye,wekî sekinandina agrêsîyaê wê îzinê bide Enqerê, ku heleqetîyên t’evî Waşîgtonê bêne dasekinandinê.“Heger agrêsîya t’irkaye dijî T’êl-T’amîrê û K’obanê, neh’îyên mesîhîya û k’urda berdewambe wî çaxî heleqetîyên kongrêsa ŞAY û T’irk’îyaê wê bêne t’er’ibandinê. Ez bangî T’irk’îyaê dikim, ku agrêsîyaê bidine sekinandinê û bicêr’ibînin heleqetîya wî cûr’eyî bidine dasekinandinê”,-Grêm T’wîttêrêda nivîsîye.