
K’omên k’urdaye nava koalîsîya hêzên Sûrîya Dêmokratîk dijî opozîsîy Sûrîyaê, ya ku ji alîyê eskerê t’irkada tê piştgirtinê, li bakûrê provînsîya R’eqayê mîyaser kirîye.K’omên hêzên Sûrîya Dêmokratîk ç’ekdarên opozîsîyaê ji Kant’arê û El Me’sûdîyaê derxistine. Niha p’evçûyîn li neh’îya Şêlgîradê diqewimin û k’omên k’urda êrîşên opozîsîyaê paşda didin. Nava r’oja dawîda 24 ç’ekdarên opozîsîya Sûrîyaê hatine kuştinê, lê ji alîyê k’urdada sê şer’k’ar şih’îd k’etine, çar jî birîndar bûne.







