SerekeSîyasî

Koalîsîyona navnet’ewî dezgehên logîstîkî şandine K’urdistana Sûrîyaê

Anegorî înformasîya t’eşkîleta Sûrîyaêye mafp’arêz, 11-ê mijdarê koalîsîyona navnet’ewî bona şer’k’arîya dijî DAÎŞ-ê cêrga avtomobîlên barbir şandine K’urdistana Sûrîyaê, yên ku dergê sînorê Semalkayêr’a derbazî Qamişloyê bûne. Waşîngtonê pêşda e’lam kiribû, wekî ew ce’dandinên xweye t’evî k’urdên Sûrîyaê bona t’unekirina DAÎŞ-ê careke mayîn dide dasekinandinê.Hatîye r’agîhandinê,wekî bona mîyaserkirina wê yekê Pêntagonê qirar kirîye, ku 6OO leşkerên amêrîkî li bakûrê Sûrîyaê bihêle.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button