Sîyasî

Armên Sargsyan li Dohayê r’astî serekwezîrê Qeterê hatîye

Serokk’omarê Ermenîstanê Armên Sargsyan, yê ku bi seredana r’esmî Qeterêye, li Dohayê r’astî serekwezîrê Qeterê,wezîrê k’arên hundur’ E’bdile  Bîn Nasîr Bîn Xelîfe Al T’anî hatîye.Wextê r’asthatinê mecalên k’ûrkirina heleqetîyên herdu welata hatine gotûbêjkirinê. Sargsyanê serokk’omar daye dîyarkirinê,wekî Ermenîstan çawa endama Yektîya Avrasîyaêye êkonomîkî dikare bona derk’etina li sûkên wan welata bibe welatê tranzît.Pirsên girêdayî avayîçêkirinê, tûrîzmê, malhebûna gundîtîyê û bêqezîyabûna xurekr’a hatine gotûbêjkirinê.Armên Sargsyan gotîye,wekî potênsîyala hevk’arîya nava govekên ulm, p’erwerdê, têk’nolocîda heye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button