SerekeSîyasî

Sênatorên ŞAY bang dikin, ku dijî T’irk’îyaê sanksîya pêşda bik’işînin

Sênatorên ŞAY Lîndsî Grêm û K’irîs Van Holên bang kirine, ku sanksîya dijî T’irk’îyaê, girêdayî k’ir’îna komplêk’sên R’ûsîyaêye r’okêtar’a pêşda bik’işînin. “We’dê sebirkirinê îdî ser hevda hatîye.We’deye, ku qanûnê bidine xebatê”,-nava ne’ma ser navê k’atibê dewletê Mayk Pompêyo, sênator nivîsîye. Herdu sênatora jî e’şaretî dane,wekî welatên başqe jî wê bicêr’ibînin komplêk’sên r’ûsaye r’okêta bik’ir’in, heger T’irk’îya neyê cezakirinê. Girêdayî k’ir’îna komplêk’sên r’ûsaye r’okêtar’a, Waşîngton ner’ih’ete.Ewê daye dîyarkirinê,wekî ew yek neanegorî xwep’arastina NATO-ye û berne’ma teyarên amêrîkîye F-35 wî cûr’ekî dik’eve bin qezîyaê.Em bêjin,wekî T’irk’îyaê komplêk’sa r’okêtên R’ûsîyaêye e’wlin meha tîrmehêda stendîye û ew li wir hatîye cêr’ibandinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button