H’emû nûçe

Parlamêntên Ermenîstanê û Gvatêmalayê têr’a divînin qayîlnivîsara morkin

Serokê parlamênta Ermenîstanê Ararat Mîrzoyan dêlêgasîya bi serk’arîya cîgirê parlamênta Gvatêmalayê Fêlîpê Alêxos Lorênzana qebûl krîye. Ararat Mîrzoyan sazbûna deşta h’iqûqîye di navbera herdu welatada girîng h’esab kirîye. Fêlîpê Lorênzana gotîye, wekî qewînbûna heleqetîyên di navbera Gvatêmalayê û Ermenîstanêda girîng h’esab dike.Ewî çend govekên hevk’arîyê cuda kirine, bi t’aybetî govekên p’erwerdê, malhebûna gundîtîyê û tûrîzmê.Ararat Mîrzoyan pêşnîyar kirîye, ku di navbera herdu parlamêntada k’omên dostîyê sazkin, yên ku wê emekê xwe bikine nava k’arê pêşdaçûyîna p’êwendîya.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button