
H’ukumata Yaponîyaê e’lam kirîye,wekî wê alîk’arîya hûmanîtarî bişîne herêmên li bakûr-r’ohilatê Sûrîyaê, li k’îderê krîzîsa hûmanîtarî piştî opêrasyîona T’irk’îyaêye leşkerî destpê bûye. H’ukumata Yaponîyaê daye dîyarkirinê,wekî dik’evine nava alîk’arîya hûmanîtarî tiştên girêdayî sag’lemîxweykirinêva û piştgirîya doxtira. Ewê h’etanî wî çaxî berdewambe, h’etanî ku prosêsa sîyasîye li Sûrîyaê ser hevda bê.Em bêjin,wekî êrîşa t’irkaye li ser neh’îyên k’urdaye li Sûrîyaê zyaneke mezin daye binelîyên cî.







