SerekeSîyasî

K’urdistan: 41 qulixçîyên dewletê bona r’uşetxwerinê hatine girtinê

Komîsîya h’ukumata K’urdistanêye dijî r’uşetxwerinê r’oja sêşemê e’lam kirîye,wekî 41 qulixçîyên dewletê bona r’uşetxwerinê hatine girtinê. Hatîye r’agîhandinê,wekî niha 13O-î  îşên wî cûr’eyî li meh’kemêne, ji k’îjana 55 îş yên salên derbazbûyîne, lê 75 sala îsalin hatine pêşdak’işandinê. Hatîye dîyarkirinê,wekî nava wan 75-da 41  meriv hatine girtinê, lê piştî lêpirsînê 34 jî aza hatine berdanê. Bi qîmetkirina komîsîyaê ji sala 2O16-da r’ûê r’uşetxwerinêda nêzîkî  355 mîlîon dolarên amêrîkî unda bûne. Serekwezîrê K’urdistanê Me’srûr Barzanî çendik-çend cara e’lam kirîye,wekî şer’k’arîya dijî r’uşetxwerinê dik’eve nava planên kabînêta wî, çimkî r’uşetxwerin zyaneke mezn dide êkonomîkayê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button