Fermandarê qewatên Sûrîya Dêmokratîk, gênêral Me’zlûm E’vdî e’lam kirîye,wekî R’ûsîya hazire r’ola navçîgarîyê di navbera Damişqê û admînîstrasîya R’ojavayêda bilîze. “Meremê êrîşa ewe, ku admînîstrasîya avtonome li R’ojavayê ji ort’ê bidine hildanê, ya ku nava h’eyşt salada hatîye destanînê.H’emû miletên li neh’îyên Bakûrê Sûrîyaê wê yekêr’a qayîlbûne,wekî ew dijminê r’aste û dijî wê êrîşê bûne yek.Bo wê yekê jî wextê êrîşa T’irk’îyaêye vê dawîyê di navbera miletên Bakûrê Sûrîyaêda yekbûn çê bû. Qewatên Sûrîya Dêmokratîk kontroleke mezin derbaz bûn û karibiûn yekbûna di navbera şer’k’arada xweykin”,-Me’zlûm E’vdî gotîye.Ewî usa jî daye dîyarkirinê,wekî kirinên T’irk’îyaê ne t’enê dijî k’urdane, lê usa jî dijî e’rebane.Bi gotina wî Misirê ce’dandîye, ku yektîya têrîtorîyaên Sûrîyaê bê xweykirinê û krîzîsa Sûrîyaê bê h’elkirinê.Me’zlûm E’vdî usa jî daye dîyarkirinê,wekî ew t’evî çend welatên e’reba nava p’êwendîyadanin, yên ku hazirin r’ola navçîgarîyê nava heleqetîyên t’evî r’êjîma Sûrîyaê bilîzin.Ewî usa jî goîtîye,wekî pirsa R’ojavayê ne t’enê pirsa k’urdaye, çimkî ev pirs ya h’emû cime’tên herêmêye.
Gotarên eynî
Dîna Tîtûsê wextê gotûbêjkirina Kongrêsa Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî wê dokûmênta derheqa sanksîyayên dijî Adirbêcanê raber bike
19.04.2024, 10:40
Frênk Paloûn bangî Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî kirîye ku alîkarîya leşkerî bidine Ermenîstanê
19.04.2024, 09:35
Herwiha kontr’ol bike
Close - Positive Peace 2024: îndêksa Ermenîstanê bi 9,2 selefî baştir bûye18.04.2024, 16:45