Sîyasî

Li K’urdistana Îraqê mîtînga dijî r’ezedilvanên îranî derbaz bûye

Mîtînga dijî r’ezedilvanên şih’îyaye îranîye li provînsîya Îraqêye Nînêvîyaê derbazî K’urdistana Îraqê bûye. Mîtîng li ber ofîsa Organîzeya Net’ewên Yekbûîye li Hewilêrê derbaz bûye. Li provînsîya Nînêvîyaê mesîhî, êzîdî û şebek diman û ew cî sala 2O14-a ji alîyê ç’ekdarên DAÎŞ-da hatibûne dagirkirinê.K’omên ku ji alîyê Îranêda tên piştgirtinê, salên 2O16-2O17-a alî eskerên Îraqê kirin, ku DAÎŞ-ê ji Nînêvîyaê derxin. Peyî wê yekêr’a ew k’om li provînsîyaê man. Protêstokir dibêjin,wekî h’etanî  ew k’omên ku li wir mane, ji wir neçin, ewê nikaribin veger’ine malên xwe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button