SerekeSîyasî

K’urdên êzdî girêdayî wê yekêr’a ner’ih’etin, ku li Şengalê e’reba cîwar dikin, yên ku dikarin DAÎŞ-va girêdayîbin

Muxtarê gundê êzdîyayî li neh’îya Şengalê Şêx Omer Êzdî e’lam krîye,wekî k’urdên êzîdî girêdayî wê yekêr’a ner’ih’etin, ku e’rebên ji cîyên mayîn li Şengalê cîwar dikin.Bi gotina wî gelek ji van e’reba dikarin ew merivbin, yên ku sala 2O14-a t’evî DAÎŞ-ê  t’evî qet’ilkirinên êzdîya bûne. “Bona binelîyên Şengalê dîsa qulixdarîyên dewletê t’unene. Merivên li vir bêxebatin û feqîrin.P’ir’anîya êzdîyên mihacir naxwezin veger’ine Şengalê, çimkî li wir qewilên usa t’unene, ku bikaribin li vir jîyana xwe t’eşkîlkin.Em ner’ih’etin, çimkî li Şengalê e’reba cîwar dikin, yên ku dikarin DAÎŞ-va girêdayîbin.Ew mer’a dibêjin, ku ew DAÎŞ-va girêdayî nînin, lê evana ew merivin, yên ku DAÎŞ anîne Şengalê, ku k’omkujîya êzdîya mîyaserkin”,-Şêx Omer gotîye.Ewî daye dîyarkirinê,wekî li Şengalê xebat t’une, xebatên dasekinandinê nayêne mîyaserkirinê, qewilên jîyînê gelekî xirabin.Bi gotina wî gumana binelîyên Şengalê t’une, ku h’al  li Şengalê wê başbe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button