Îro r’oja eskerê Ermenîye
28-ê meha çile r’oja eskerê Ermenîye.Îro 28-salîya sazbûna eskerê ermenî didine k’ifşê. 28-ê çileya sala 1992-a qirara dîrokîye “Derheqa K’omara Ermenîstanêye p’arastinêda” hate qebûlkirinê, bi k’îjanê bi qanûnî e’frandina eskerîya Ermenîye Navnet’ewî hate e’lamkirinê.Eskerîya me nava we’dê kurtda nava cêr’ibandinên giranr’a derbaz bû. R’îya eskerîya ermenîye avakirina û pêşdaçûyînê ser sê beşa p’arave dikin. Ya e’wlin: sala 1988-a meha sibatê, sala 1992-a gulan,wextê aktîvbûna şer’ê ermenîya-adirbêcana,p’arastina binelîyên Ermenîstanê û Qerebag’îya ç’îya diha lez bû. Ya duda:sala 1992-ye h’ezîran, sala 1992-ye gulan, wextê îdî K’omara Ermenîstanê û K’omara Qerebag’êye Ç’îya t’evî şer’ê dijî Adirbêcanêye nee’lamkirî bû,hema wê demê jî h’îmê eskerîya Ermenî danî.Ya sisîya: sala 1994-ye h’ezîranê h’etanî îro. Evê nav dikin çêkirina esker, qewînkirina dîssîplîna, p’erwedekirin û nûkirina ofîsêra. Sala derbazbûyî bona eskerên Ermenî bi çend destanînên berbiç’e’vva k’ifş bû, bi ç’ekên nûva destpêkirî.Bi gotina serokê qewatên Ermenîstanêye sîlih’kirî Davît’ Tonoyan eskerîya me diha qewat dibe bi sîlih’ên p’ir’cûr’e û yên diha modêr’n.Leşkerên me p’erwerdîya diha bilind distînin û dimînin bin bandor’a dewletêda.Leşkerîya Ermenî li ser r’îya r’aste.