H’emû nûçeSereke

Îşê Sêrj Sargsyan û usa jî yên mayîn şandine meh’kemê

Meh’kema Ermenîstanêye sereke qirara derheqa gunek’arkirina serokê Ermenîstanêyî sisîya Sêrj Sargsyan şandîye meh’kemê.Derheqa wê yekêda wek’îla meh’kemêye sereke Arêvîk Xaçatryanê gotîye.Lêpirsîna girêdayî îşê dijî serokê Ermenîstanêyî sisîyar’a destpêka salê ser hevda hatibû. Şe’detîyên destanî ji alîyê qulixdarîya lêpirsînaye mexsûsda çawa yên r’azîkirinê hatine h’esabkirinê, ku qirara dawî bê qebûlkirinê û îş bişînine meh’kemê.Hatîye dîyarkirinê,wekî serokê berê nêzîkî nîv mîlîyard diramên ermenî/ mîlîonek 44 h’ezar dollar/ t’evî çend merivên mayîn bona berjewandîyên xwe xerc kirine.Em bêjin,wekî Sêrj Sargsyan jî wê gunek’arkirinê qebûl nake.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button