Sîyasî

Li Hewilêrê pr’oêkta çêkirina “Heykelê miletîyê” destpê dibe

Parlamêntvanê Herêma K’urdistanêyî ji partîya K’urdistanêye Dêmokratîk Sosin Meh’med gotîye,wekî zûtirekê li Hewilêrê çêkirina “Heykelê miletîyê” wê destpêbe. “Li cem me heykelên cûr’e-cûr’e hene, yên ku pêşda li neh’îyên K’urdistanêye cuda-cuda hatine çêkirinê û ew derheqa şih’îdên li ser vê têrîtorîyaê bîr tînin.Feqet heykela nikarin werguhêzî wî cîyî bikin, ku tûrîst û merivên bîyanî li wir biqesidin, çimkî r’ûê hinek kêmasîyada ew cî nikarin merk’eza guhdarîyêdabin”,- Sosin  Meh’med gotîye. “Bo wê yekê jî pr’oêkta h’ukumata K’urdistanê heye, ku li merk’eza Hewilêrê  “Heykelê miletîyê” destpê bikin.Ev pr’oêkt têr’a divîne ku xirabk’arîyên dijî merivatîyêye dijî gelê k’urd r’aberke”,-parlamêntvanê k’urd serda zêde kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button