SerekeSîyasî

Gotinên Nêç’îrvan Barzanîye derheqa r’êfêrêndûmêda bi zanebûn şaş hatine r’aberkirinê

Ofîsa serokê Herêma K’urdistanê ajansa îranîye “Mêhrnyûs” nava wê yekêda gunek’ar kirîye,wekî ajansê  gotin û fikirên serokê Herêma K’urdistanê Nêç’îrvan Barzanîye girêdayî r’êfêrêndûma serbestîyêr’a bi zanebûn cûr’ekî mayîn hatine r’aberkirinê.Duh nava malp’er’a wê ajansêda e’lametî hatibû belavkirinê,wekî Nêç’îrvan Barzanî wextê hevp’eyvîna t’evî kovara Îranêye sîyasî gotîye, ku li r’êfêrêndûma serbestîyê şaşî bûye.Ofîsa serokê K’urdistanê daye dîyarkirinê,wekî Nêç’îrvan Barzanî t’u cara usa negotîye û wê malp’er’ê bi zanebûn xeberên Nêç’îrvan Barzanî şaş r’aber kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button