Sîyasî
Ç’ekdarên DAÎŞ-ê du binelîyên K’irkûkê r’evandine û kuştine
R’oja sêşemê nêzîkî K’irkûkê qewatên bêqezîyabûnê cinyazên du mêra dîtine, yên ku r’ojekê pêşda unda bibûn. Paşê hatîye îzbatkirinê,wekî ew meriv ji alîyên ç’ekdarên DAÎŞ-da ji gundê Xatûnîyê hatibûne r’evandinê. Binelîyên gund gilî kirine, wekî ç’ekdarên DAÎŞ-ê bona wê yekê ew r’evandine,wekî ew eskerên h’ukumatêva girêdayî bûne.Wan mehên dawî DAÎŞ-ê şuxulk’arîya xweye têr’orîstîye li R’ojavayê, provînsîya K’irkûkê aktîv kirîye, li wan neh’îya, yên ku bin kontrola H’eşid Aş Şaabîyêdanin.