Sîyasî
ŞAY r’ola Barzanîye nava yekbûna k’urdên Sûrîyaêda bilind qîmet dike
ŞAY r’ola lîdêrê k’urd û serokê partîya K’urdistanêye Dêmokratîk Me’sûd Barzanîye nava yekbûna k’urdên Sûrîyaêda bilind qîmet kirîye.Ev e’lametî wextê r’asthatina baylozê ŞAY-yî li Îraqê Mêt’yû T’yûlêr û Me’sûd Barzanîye li Hewlêrê hatîye r’agîhandinê, li k’îderê alîya fikirên cûr’e-cûr’e p’evguhar’tine.Xeberdan usa jî derheqa pêşer’oja k’urdên Sûrîyaêda çûye. Bi xeberdana derheqa h’alê li Îraqê, lîdêrê k’urd daye dîyarkirinê, ku lazime de’wek’arîyên cime’ta Îraqê bidine r’azîkirinê.Wextê r’asthatinê usa jî derheqa serekwezîrê Îraqêyî nû Meh’med E’lewîda, protêstokirinên li Beg’dayê û li bajar’ên mayîn û usa jî p’êwendîyên di navbera Hewlêrê û Waşîngtonêda, xeberdan çûye.