H’emû nûçeSereke

Li Bêr’lînê hevr’axeberdanên ermenîya-almanaye li ser dereca bilind derbaz bûne

Hatîye r’agîhandinê,wekî kanslêra Almanîyayê seredana serekwezîrê Ermenîstanê silav kirîye û gotîye,wekî seredan mecalê dide ku pirsên p’êwendîyên herdu welata gotûbêj bikin.Xanim Mêrkêlê daye dîyarkirinê,wekî h’ukumata welatê wê, wê nava werguhastinên dêmokrtîkda piştgirîyê bide alîyên ermenî.P’aşînyanê serekwezîr derheqa pêşk’eftinên Ermenîstanêye êkonomîkîda xeberdaye û daye dîyarkirinê,wekî nava ç’iqlên êkonomîkîye cuda-cudada têmpên li ser dereca bilind dîyar dibin.Ewî gotîye,wekî h’ukumata Ermenîstanê h’ewask’are ku bîznêsa almanî û kapîtala wê nava sûka ermenîda befirebe û hevaltîyên almana bo wê yekê t’eglîfî li Ermenîstanê kirîye.Wextê r’athatinê pirsên cûr’e-cûr’e, yên girêdayî hevk’arîyêr’a hatine gotûbêjkirinê.P’aşînyan usa jî derheqa r’êfêrêndûma bo guhar’tinên kostîtûsîyon, ya ku wê pêncê nîsanê derbazbe, xeberdaye û gotîye,wekî h’ukumata Ermenîstanê bi meremê monîtorîngê wê dîtindarên navnet’ewî t’eglîfî li Ermenîstanêke.Angêla Mêrkêlê gotîye,wekî Almanîya piştgirîyê dide werguhastinên meh’kemê-h’iqûqîye li Ermenîstanê û gavên bona pêşxistina înstîtûtên dêmokratîk girîng h’esab kirine.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button