Çand

Emê yarxûştayê bilîzin:P’aşînyan got

Ji sala îsalinda destpêkirî, hersal, h’evtîya meha h’ezîranêye duda li qeza Aragasotinê fêstîvalê bê t’eşkîlkirinê, ya ku wê bê h’esabê çawa fêstîvala yarxûştayê.Derheqa wê yekêda serekwezîrê Ermenîstanê Nîkol P’aşînyan wextê civîna h’ukumatê gotîye. “Em tradîsîyayên cime’ta xwe girîng h’esab dikin û em gerekê bikaribin h’idûdên zelal bik’işînin ku k’îjan yên meye miletîyêye û k’îjan qîmetî ne yên mene. Bi fikira min kûltûra r’eqasa ermenî ji wan tiştaye,wekî em dikarin li ser xwe guman çawa ya miletîyê h’esabkin.Bo wê yekê jî ez difikirim,wekî r’eqasa yarxûşta hema ji wan qîmetîyaye”,-P’aşînyan gotîye.Bi fikira  min fêstîvala yarxûştayê wê bona tûrîstên bîyanî bibe cîyekî baş.Em bêjin,wekî nava dorana fêstîvalêda leca yarxûşayê wê bê derbazkirinê,wextê k’îjanê kûltûra ermenî û salonên wêye cûr’e- cûr’e wê bêne r’aberkirinê.Xêncî wê yekê wê zona gundên qeza Aragasotinê hebe, li k’îderê gundên xwe, tradîsîya, kûltûra û aspêjxana xwe r’aberkin.Cabdara pirsên t’eşkîlkirina fêstîvalê fonda bi navê “Fêstîvala Arênîyê”-ye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button