H’emû nûçeSereke

Faktora ermenîye li r’êgîyonê

Ermenîstan masştabên sîyasîya xweye der diguhêr’e, wan xala dide k’ifşê, k’îjanar’a t’opraxa cime’ta ermenî derbaz dibe.Wezîreta Ermenîstanêye k’arên der serxweşî daye malbetên zyank’êşên e’rdh’eja li Wanê. T’unebûna navê T’irk’îyayê badîhewa nîne.Ermenîstanê h’idûdên T’irk’îyayê nas nekirine û seroketîya wî welatî wê yekê çawa zyana hindava bêqezîyabûna miletîyê h’esab dike.Wan ne T’irk’îyaye, eve berbir’îbûna serxweşîya wezîreta Ermenîstanêye k’arên der.Wezîrê Ermenîstanêyî k’arên der Zohrab Mnasakanyan xaleke girîng jî daye dîyarkirinê.Wextê prêss-konfêransa t’evî wezîrê Slovakîyayêyî k’arên der, Mnasakanyan caba pirsa derheqa statûsa Orşelîmêye pêşer’ojêda daye. “Ermenîstan guhdarîya mexsûs dide li ser pirsa dora statûsa Orşelîmê, ya ku girêdaîye heyîna mîrat’a ermenîye çandîva, hazirîya ermenîye li wî bajar’ê Pîroz, usa jî bi wê yekêva wekî dêra ermenî beşeke dêrên li wan cîyê pîroze.Ermenîstan têr’a divîne,wekî statûsa Orşelîmêye dawî gerekê nava encamên hevr’axeberdanên di navbera alîyada bê qirarkirinê”,-Mnasakanyan gotîye. Meh’ela ermenî li Orşelîmê ji wan herçar meh’ela yeke, û 14 selefê têrîtorîya bajar’ê Kevinar digre. Patrîyarxîya ermenî sedsala h’evtada li wir hatîye h’îmdanînê. Li Orşelîmê dêra ermenî bin destê patrîyarxîya yûnanîdane. Statûsa Orşelîmê nikare bêyî h’esabhildana faktora ermenî bê qirarkirinê. Eve berbir’îbûna wezîrê Ermenîstanêyî k’arên der.Ev berbir’îbûn hema girêdaîye qewimandinên R’ohilata Navînr’a, r’oja îroyîn pirsa we’dê nihaye.Faktora ermenî li r’êgîyonê dibe ya girîng, bi t’aybetî piştî naskirina k’omkujîya Ermenîye ji alîyê Kongrêsa ŞAY û parlamênta Sûrîyaêda.
Gêorgî Têr- Îsavêrdyan

Zêdetir nîşan bide
Back to top button