SerekeSîyasî

Seroketîya K’urdistanêye sîyasî li Beg’dayê hevk’arîya r’ast diger’e

Serokê K’urdistanê Nêç’îrvan Barzanî şêwirdarî t’evî nevsên K’urdistanêye derecebilind û lîdêrên partîyayên sîyasî derbaz kirîye, bona gotûbêjkirina derheqa sazkirina h’ukumata Îraqêye nûda û pêr’a jî e’lam kirîye,wekî Hewlêr h’esab hildide ku li Beg’dayê hevk’arîya r’ast bibîne.Wextê r’asthatinê usa jî Me’srûr Barzanîyê serekwezîr û spîkêra parlamêntê R’êvaz  Fayîk hazir bûne.Nevsên r’esmî dane dîyarkirinê,wekî pêşer’oja h’ukumata Beg’dayê gerekê gar’antîya xweykirina mafên K’urdistanêye konstîtûsîyon bide û kabînêta wezîra gerekê bona h’emû welatîyên Îraqê bixebite.Anegorî e’lametîya belavkirî, Hewlêrê piştgirîya kabînêta Meh’med E’lewî bigre, heger ew bikaribe pirsgirêkên heyî h’elke û qewînbûnê bide dasekinandinê.Bi fikira lîdêrê k’urd E’lewîr’a hela hê li hev nehatîye p’ir’anîya partîyayên sîyasî bîne li ser wê t’abîyê, ku piştgirîya kabînêta wî bikin.Lîdêrên k’urd usa jî bangî hevk’arên xweye li Beg’dayê kirine, ku gavên lez biavêjin, bona ku h’alê li welêt qewînbe.Usa jî hatîye gotinê,wekî r’asthatinên di navbera Hewlêrê û Beg’dayêda wê h’etanî wî çaxî berdewambin, h’etanî ku ev pirs neyêne h’elkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button