H’emû nûçeSereke

Li Ermenîstanê îdî 12O meriv bona koronavîrûsê hatine lêk’olînkirinê

Bi şikberîya wê yekê,wekî li cem neh welatîya têstên wan şikberî pêşda anîne, ew başqe kirine.Derheqa wê yekêda Nîkol P’aşînyanê serekwezîr r’ûp’elê xweyî fêysbûkêda nivîsîye.Merivê e’wlin ku e’yan bû, li cem k’îjanî ew nexweşî îzbat bû, merivekî 29-salîye.Ew 28-ê adarê ji Îranê hatibû Yêrêvanê.Ji wezîreta sag’lemîxweykirnê r’agîhandine,wekî xebatên bona şer’k’arîya dijî koronavîrûsê berdewamin.Em bîr bînin,wekî wezîrê Ermenîstanêyî sag’lemîxweykirinê Arsên T’orosyan gotibû, ku 32 meriv birine mêvanxana Saxkazorêye “Goldên P’êlês”-ê.Ew meriv t’evî wî merivê e’wlin bi teyarê ji Îranê hatibû.Hindava r’êwîyên teyarêye mayînda kontrola li malêye 14-r’ojê hatîye pêşdak’işandinê, wanr’a gotine, ku ew ji malên xwe dernek’evin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button