H’emû nûçeSereke

P’aşînyan e’lam kirîye,wekî dîsa h’eyşt welatî hatine analîzkirinê

Girêdayî nexweşîya koronavîrûsêr’a, Nîkol P’aşînyanê serekwezîr r’ûp’elê xweyî fêysbûkêda nivîsîye. Ewî gotîye,wekî dîsa h’eyşt welatî hatine analîzkirinê, lê li cem wan nexweşî nehatîye dîtinê. Serekwezîr usa jî derheqa wî welatîyê e’wlinda xeberdaye, yê ku cara e’wlin hatibû analîzkirinê û li cem wî ew nexweşî hatibû dîtinê.Ewî dîyar kirîye,wekî h’alê wî başe. “H’alê wî nexweşê me başe, germa wî jî t’une.Merivên mayîn jî, yên ku li wê mêvanxanêne, başin”,-P’aşînyan nivîsîye.Ewî soz daye,wekî heger h’al bê guhar’tinê, ewê bi xwe cime’têr’a binivîse.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button