H’emû nûçeSereke

Li Ermenîstanê dîsa du merivên bi koronavîrûsê nexweş hatine e’yankirinê

Li Ermenîstanê dîsa du merivên bi koronavîrûsê nexweş hatine e’yankirinê. Derheqa wê yekêda r’ûp’elê xweyî fêysbûkêda wezîrê sag’lemîxweykirinê Arsên T’orosyan nivîsîye.Ew herdu nexweş li nexweşxana înfêksîyondanin.Li cem wan germayî bilind bûye û piştî kontrolkirinê, nexweşîya wan îzbat bûye.Hatîye r’agîhandinê,wekî ew herdu nexweş niha başin.Bi wî cûr’eyî, r’eqema nexweşên bi koronavîrûsê li Ermenîstanê gihîşte şeşa.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button