H’emû nûçeSîyasî
Li K’urdistanê dîsa h’eyşt nexweşên bi koronavîrûsê hatine dîtinê
Îdarên K’urdistana Îraqêye saxlemîxweykirinê 13-ê adarê e’lam kirine,wekî k’armendekî doxtirîyêyî li Hewlêrê bi koronavîrûsê nexweş k’etîye.H’evt nexweşên wî cûr’eyî jî li Silêmanîyê hatine dîtinê.Hatîye r’agîhandinê,wekî ji van h’eyşt nexweşa, şeş meriv endamên malbeta wî merivekîne, yê ku çend r’oj berê wefat bû.Nexweşekî ji Silêmanîyê jî van axirîya ji Îtalayê veger’îya bû. Çawa me da dîyarkirinê, merivek jî k’armendê doxtirîyêyî ji Hewlêrêye.Bi vî cûr’eyî r’eqema nexweşên li K’urdistanê gihîşte 27 merivî, ji k’îjana yek wefat bûye.