H’emû nûçeSereke

Dihok:lêya nişkêva r’abûyî zyan daye bi seda mala û avtomaşîna

Şeva çarşem û pêncşemê li Dihokê nişkêva lêyî r’abûye, ya ku zyana matêrîyalî gîhandîye bajêr’. Hatîye r’agîhandinê,wekî nêzîkî 4OO malên jîyînê, sed dik’an û bi deha avtomaşîne zyanê k’etine. Merivek wefat bûye, lê dudu jî xilaz bûne.Neh’îya Serhildanê diha gelekî zyanê k’etîye.Em bêjin,wekî li provînsîya Îraqêye Dîyalê jî r’ûê baranên gur’da pênc meriv r’ûê avayê h’edimîda wefat bûne.Ew meriv pênc jinên malbetekêne, yên ji bajar’ê Bakûbê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button