Kanîyên înforasîyon îzbat kirine,wekî h’ukumata T’irk’îyayê nexweşên bi koronavîrûsê derbazî hospîtalên li deşta vekirî dike, yên ku li ser têrîtorîya Sûrîyaêye dagirkirîne, bi t’aybetî li bajar’ên E’frînê, Serêkanîyê û Girê Sipî.R’oja îroyîn t’emamîya dinîyayê dijî koronavîrûsê şer’k’arîyê dike, ya ku bona t’emamîya merivatîyê qezîyaye û h’emû welat dice’dînin, ku wê nexweşîyê bidine sekinandinê, merivatîyê xilazkin, lê h’ukumata T’irk’îyayê li ser wê yekê dixebite, ku wê nexweşîyê ji sînorên xwe bide derxistinê.Hinek kanîyên înformasîone li T’irk’îyayê û li bajar’ên E’frînê, Serêkanîyê û Girê Sipîye dagirkirî îzbat kirine,wekî niha T’irk’îya nexweşên bi koronavîrûsê ji têrîtorîya xwe derdixe û dibe li ser têrîtorîya Sûrîyayêye okûpasîyakirî û wana li hospîtalên vekirîda cîwar dike, bi t’aybetî li bajar’ê E’frînê, Serêkanîyê û Girê Sipî.
Gotarên eynî
Herwiha kontr’ol bike
Close