H’emû nûçe

Ulmdara di navbera koronavîrûsê û dermanê dijî tûbêrkûlyozê p’êwendî dîtine

Vîrosologên ji ŞAY p’êwendî di navbera dermanê dijî tûrbêrkûlyozê û koronavîrûsê dîtine.Ulmdara guhdarî dane li ser wê yekê,wekî li wan welata, li k’îderê dermanê dijî tûbêrkûlyozê nayê xebitandinê, meriv diha zêde ji koronavîrûsê zyanê k’etine.Wana h’esabên nexweşîyêye li ŞAY, Îranê, Îtalîyayê, Bêlçîkayê, Nîdêr’landa û welatên avropî lêk’olîn kirine, li k’îderê dijî tûbêrkûlyozê derman nehatîye xebitandinê, yan jî van axirîya t’eze destpê kirine bidine xebatê. Li wan welata dereca nexweşîya koronavîrûsê diha bilinde. H’ejmara merivên wefatbûyî jî li wan welata diha zêdeye.Xudanên lêk’olînê dane dîyarkirinê,wekî li wan welata, li k’îderê dijî tûbêrkûlyozê dermana didine xebatê, li wir dereca wefatbûna meriva nimize.Ulmdar têr’a divînin,wekî dermanê dijî tûbêrkûlyozê nava şer’k’arîya dijî koronavîrûsê dikare bibe beşeke sereke.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button