CîhanCivakSerekeSîyasî

Îlham Ahmed: Tirkîya peyman û bangên navnetewî hesab hilnade

Sedira şêwira asambilea Sûryaêye demokratîk Îlham Ahmed bangî civaka navnetewî kiriye ku hukumî li ser Tirkîayê bikin, çimkî Tirkîya êrîşên li ser bakûr rojhilatê Sûryayê berdewam dike. Ewê banga katibê Orgenîzeya Netewên Yekbûyî Antonîyû Gûterîş ya derheqa agirbesta li temamîya dinyayê silav kiriye. Hêzên Sûrîya dêmokratîk elam kirine ku ew li pey banga şêwira orgenîzayêye bêqezyabûnê dikin. Feqet, eskerên t’irka dîsa êrîşên li ser bakûr rojhilatê Sûrîayê berdewam dikin. Piştî belavbûna koronavîrûsê Organîzeya Netewên Yekbûyî bang kir ku li hemû dera opêrasyonên leşkerî bidne sekinandinê. Antonîyû Gûtêrîş eşaretî da ku li wan cîha, li kîderê opêrasyonên leşkerî derbas dibin, hale zêdetir giran bibe.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button