Serokê Rûsîayê Vladîmîr Pûtîn bi têlefonê tevî serokwezrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan qise kiriye. Derheqa wê yekêda ajansa RÎA Novostî yê ragîhandiye. Hatiye dîyarkirine, wekî wextê qisa bi têlefonê serokên herdu welata pirsên girêdayî şerkariya dijî koronavîrûsê gotûbêj kirine. Qisa bi têlêfonê bi însîyatîva aliyê ermenîya derbas bûye. Gavên dijî belavbûna koronavîrûsê hatine gotûbêjkirinê. Nîkol Paşînyan bi razîbûn derheqa piştgiriya aliyê rûsada daye dîyarkirinê. Xeberdan usa jî derheqa hevkariya dualî, usa jî hevkariya nava yekîtîya Avrasîayêye êkonomîkîda çûye. Em bîr bînin, wekî anegorî hesabên îro şebeqê hejmara nexweşên bi koronavîrûsê li Ermenîstanê gîhîştiye 833 a, lê 8 meriv jî wefat bûne.
Gotarên eynî
Herwiha kontr’ol bike
Close - 36 sal di ser Enfalê re derbas bûn: “Êdî xweşî ji çi re ye?”17.04.2024, 18:30