SerekeSîyasî

Pênc xebatk’arên Îraqêye polîsîyayê wextê du êrîşên li K’irkûkê birîndar bûne

Nava encamên êrîşên li K’irkûkê pênc xebatk’arên polîsîyayê birîndar bûne.Êrîşa e’wlin r’oja duşemê qewimîye.Nava encamên êrîşa bi r’okêta, ya li gundê E’lî Sarayê, li k’îderê k’urdên kakeyî dijîn, sê xebatk’arên polîsîyayê birîndar bûne.R’oja sêşemê wextê derbazbûna cêrga avtomaşînên polîsa îraqî, mînek t’eqîyaye û du xebatkarên polîsîyayê birîndar bûne. Çawa ku tê t’exmînkirinê, cabdarîya van êrîşa li ser ç’ekdarên DAÎŞ-ye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button