SerekeSîyasî

Wextê protêstokirinên dijî h’ukumatê, merivek li Beg’dayê hatîye kuştinê, lê çend meriv jî birîndar bûne

Çend merivên sîlih’kirîye nee’yan t’evî protêstokirên dijî h’ukumata Îraqêye li Beg’dayê k’etine nava p’evçûyînê, wextê k’îjanê protêstokirek hatîye kuştinê, lê çend meriv jî birîndar bûne. Pirêsa Îraqê r’agîhandîye,wekî ev bûyer nêzîkî meydana Beg’dayêye Hîlanîyê bûye, ew jî piştî wê yekê,wextê ku h’ukumatê qanûnên dijî koronavîrûsê hinekî sist kiribû.Em bêjin,wekî protêstokirinên dijî h’ukumata Îraqê meha cotmehêda destpê bibû, lê piştî belavbûna koronavîrûsê ew mecbûr bûn ji der her’ine malê û t’evî protêstokirina nebin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button