H’emû nûçeSereke

Li Ermenîstanê 279 vêtêranên şer’ê Wet’enîyêyî mezin niha dijîn

Anegorî h’esabên du r’oj berê, li Ermenîstanê 279 vêtêranên şer’ê Wet’enîyêyî mezin dijîn. Ji wan vêtêrana 242 meriv mêrin, lê 37 jî jinin. Ji wan vêtêrana yê yaşê xweda herî mezin 1O4-salîye, ew sala 1916-a ji dayîk bûye. Anegorî qirara h’ukumata Ermenîstanêye sala par, p’erên vêtêranaye her meh hatîye dubarekirinê. Îsal jî h’ukumatê qirar kirîye, ku girêdayî 75-salîya şer’ê Wet’enîyêyî mezin, wê 3OO h’ezar dirama bidine her vêtêranekî wî şer’î.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button