SerekeSîyasî

Li Şengalê bi neqanûnî e’rd û malên êzdîya difroşin

Serokbajar’ê Şengalê Mahma Xelîl e’lam kirîye,wekî li Şengalê mal û e’rdên êzdîya bi neqanûnî difroşin. Bi gotina Xelîl, frotana mala û e’rdê bêyî qayîlîya welatîya difroşin û ew yek bi piştgirîya hinek welata tê kirinê. “Em lêpirsîna wî îşî pêşda dik’işînin, çimkî em dijî bêqanûnîyêne,ya ku li Şengalê tê mîyaserkirinê. R’oja îroyîn em lêpirsînê dijî wê yekê destpê dikin. Dokûmêntên ku bêne berevkirinê wê bişînine komîsîya dijî r’uşetxwerinê”,-Xelîl wextê qisa t’evî Basnews-ê, gotîye.Ewî daye dîyarkirinê,wekî frotana avaya û e’rd bêyî îzina serwêrîya anegor tê mîyaserkirinê. “Binelîyên Şengalê dijî frotana mal û e’rdin.Frotan bi piştgirîya hinek welata tê mîyaserkirinê, yên ku dijî cime’ta Şengalêne.Meremê h’îmlî ewe ku dêmografîya Şengalê bidine guhar’tinê.T’u qayîlîyek, ya bêyî îzina cime’tê ya qanûnî nîne”,- ewî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button