H’emû nûçeSereke

Nêç’îrvan Barzanî û Berhem Salih’ li Silêmanîyê r’astî hevdu hatine

Serokê Herêma K’urdistanê Nêç’îrvan Barzanî û serokê Îraqê Berhem Salih’ li bajar’ê Silêmanîê r’astî hevdu hatine û h’alê sîyasî, gavên piştî sazbûna h’ukumata Îraqêye nû, usa jî h’elkirina krîzîsê gotûbêj kirine.Herdu alîya h’alê sîyasî gotûbêj kirine û dane dîyarkirinê, ku pêwîste krîzîsê bidine h’elkirinê, aşîtîyê û qewînbûnê bidine ç’areserkirinê, bona berdewama jîyana welatîyên Îraqê û Herêma K’urdistanêye e’dil. Anegorî e’lametîyê, r’asthatin p’êşk’êşî sazkirina h’ukumata Îraqêye nû kirine û herdu alîya derheqa pêwîstîya piştgirîya h’ukumata fêdêralda dane dîyarkirinê.Serokê K’urdistanê û serokê Îraqê wextê r’asthatina îroyîne li Silêmanîyê, usa jî derheqa h’elkirina pirsgirêkên di navbera Îraqê û K’urdistanêda xeberdane, bi t’aybetî pirsa derheqa byûcêyê û mi’aşa xebatk’arên dewletêda. Xeberdan usa jî derheqa yektîya û aşîtîya li K’urdistanê çûye û hatîye gotinê,wekî h’emû alî gerekê de’wek’arîyên merivaye nava doranên qanûnada bidine mîyaserkirinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button