H’emû nûçeSereke

R’oja zimanê k’urdî

15-ê gulana sala 1932-a, bi saya ce’dandinên zimanzan, nivîsk’ar û sîyasetmedar Celadet Bedirxan hejmara kovara “Hewarê”-ye e’wlin derk’et, ya ku r’oleke mezin nava xweykirin û berfirebûna zimanê k’urdîda lîst.Ji wî çaxîda h’etanî niha hersal 15-ê gulanê çawa r’oja zimanê k’urdî tê k’ifşkirinê. Anegorî xebitandina ziman, k’urdî cîyê 59-ye li t’emamîyayê, bi k’îjanî herçar p’arç’ên K’urdistana dîrokîda xeber didin, k’îjan niha di navbera T’irk’îyayê, Sûrîyayê, Îraqê û Îranêda hatine p’arç’ekirinê.Nenihêr’î wê yekê,wekî konkrêt h’esabê wê yekê nizanin, ku çiqas meriv bi wî zimanî diaxivin, lê anegorî h’esabên cûr’e- cûr’e ji 4O mîlîonî zêdetir k’urd hene.Xêncî T’irk’îyayê, Îranê, Îraqê û Sûrîyayê, usa jî gelek k’urd li R’ûsîsîyaê, Ermenîstanê, Adirbêcanê, Almanîyayê, li welatên Avropayê û usa jî li ŞAY hene.K’urd bi sedsala nava dorana e’reba, fariza û t’irka mane û gelek cara mafê xweyî hindava zimanê dayîkêda unda nekirine.Em jî ji alîyê xweda cejina zimanê k’urdî li h’emûya pîroz dikin, yekbûnê, serk’eftinê û aşîtîyê h’emûyar’a dixwezin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button