Sîyasî

“Qewatên îraqî nikarin K’irkûkê bip’arêzin, pêşmerge gerekê paşda veger’in”

Serk’arê Biratîya li Şêwira bajar’ê K’irkûkê nava e’lametîya xweda lazim h’esab kirîye, ku h’ukumata Îraqê de’wê bike ku qewatên pêşmerga bona p’arastina K’irkûkê paşda veger’in. Nava e’lametîyêda hatîye gotinê,wekî qewatên îraqî naxwezin K’irkûkê bip’arêzin.Hatîye dîyarkirinê,wekî li K’irkûkê h’al r’oj bi r’oj xirab dibe.Nava axavtina xweda serk’arê Biratîyê guhdarî daye li ser heyîna ç’ekdarên DAÎŞ-ye li bajar’ê K’irkûkê. “Serekwezîrê Îraqê Heydar Abadî bona çêkirina r’ê hatibû K’irkûkê û wî çaxî derheqa serk’eftina hindava DAÎŞ-da e’lam kirîye, lê Abadî nedît ku çiqas ç’ekdarên DAÎŞ-ê li K’irkûkê hebûn. H’ukumata Îraqê baş zane, wekî h’alê li K’irkûkê gelekî xirabe, DAÎŞ her r’oj êrîşa myîaser dike. Bona ç’areserkirina qewînbûnê û bêqezîyabûnê hazirîya pêşmerga lazime”, Meh’mûd K’emal gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button