H’emû nûçeSereke

K’urdistan: hejmara nexweşên bi koronavîrûsê gihîşte 452 merivî

Hejmara nexweşên bi koronavîrûsê li K’urdistana Îraqê gihîşte 452 merivî. Derheqa wê yekêda wezîreta saxlemîxweykirinê e’lam kirîye. Hatîye dîyarkirinê, wekî nava 24 seh’etên dawîda 13O9 meriv hatine têstkirinê, ji k’îjana li cem deh meriva nexweşî îzbat bûye.Pênc meriv ji Hewlêrêne, lê pêncên mayîn ji provînsîya Silêmanîyêne. Ji destpêbûna nexweşîyêye li Herêma k’urda h’etanî niha pênc meriv wefat bûne, lê 385 meriv qenc bûne.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button