Hevr’axebredanên stratêcîye di navbera ŞAY û Îraqêda wê 11-ê h’ezîranê destpêbin.Derheqa wê yekêda wek’îlê K’urdistana Îraqêyî li Beg’dayê Farîs Îsa gotîye.Wextê hevdîtinên fermîye derecebilind, yên ŞAY û Îraqê wê h’emû p’êwendîyên di nabera Waşîngtonê û Beg’dayêda bêne gotûbêjkirinê. Wek’îlên K’urdistanê jî wê t’evî hevr’axeberdana bibin, nava wanda usa jî serk’arê admînîstrasîya serokê K’urdistanê Fewzî Herîrî.Nava van r’ojên dawîda îraqîya k’oma xwe hazir kiribû. Feqet şuxulk’arê k’urdê sîyasî Hoşyar Zîbarî, yê ku berê qulixa wezîrê Îraqêyî k’arên der û wezîrê Îraqêyî fînansada bûye, T’wîttêrêda nivîsîbû, wekî Beg’da gerekê t’eşkîla dêlêgasîya xwe careke mayîn lê binihêr’e. “K’oma amêrîkîyaye bona hevr’axeberdana, ya bona hevr’axeberdanên t’evî alîyê îraqîyada, ya bo dîyaloga stratêcî diha profêsîyonale, ne ku ya îraqîya”, Zîbarî nivîsîye. “Ev yek gerekê bê r’astkirinê, û herdu k’om gerekê wekehebin”,-Zîbarî daye dîyarkirinê.
Gotarên eynî
Em ji wan hêvî dikin ku rêzê li fermana dewleta Ermenîstanê bigirin: serokwezîr amaje bi rawestandina gengaz ya kanalên têlêvîzyonê yên rûsî kir
08.05.2024, 16:40
Mihêr Grîgoryan û Îvana Jîvkovîçê bernamên pêşkeftinê, yên Organîzeya Netewên Yekbûyî gotûbêj kirine
08.05.2024, 14:50
Qayîlnivîsara derheqa statûsa mîsîya Yekîtîya Avropayêda, ya dîtindarîyêye li Ermenîstanê, îdî dişuxule
08.05.2024, 13:55
Herwiha kontr’ol bike
Close