SerekeSîyasî

Li Pêntagonê e’lam kirine,wekî ŞAY wê h’eta-h’etayê li Sûrîyayê nemîne

Nava planên ŞAY-da mayîna li Sûrîyayê h’eta-h’etayê t’une, lê we’dê derxistina eskere ji welêt hela hê e’yan nîne.Derheqa wê yekêda fermandarê fermandarîya merk’ezî, yê ŞAY gênêral K’ênêt’ Mak’ênzî gotîye.”Ez nizanim emê çiqasî li Sûrîyayê bimînin, lê dîyare wekî emê h’eta-h’etayê li wir nemînin.We’de bê em gerekê ji wir derk’evin.Ewê qirara sîyasîbe û em hazirin wê qirarê mîyaserkin, wextê ku ew hebe”,-Mak’ênzî derheqa wê yekêda wextê vîdêokonfêransa li înstîtûta Waşîngtonêye R’ohilata Navîn gotîye. ŞAY û t’ifaqdarên wê ji sala 2O14-da li Sûrîyayê û Îraqê opêrasîyona dijî DAÎŞ-ê mîyaser dikin, lê bêyî îzindayîna seroketîya Sûrîyayê.Seroketîya Damişqê vê yekê çawa okûpasîya nav dike û h’esab dike,wekî hatina eskerên amêrîkîyaye li Sûrîyayê bona kontrolkirina cîyên neftêye.Nava hinek xeberdanada ŞAY xwe mikur’ tê û dibêje,wekî hazirîya wêye li wir niha kontrolkirina cîyên neftêye, bi çi jî ew piştgirî boy k’urdên Sûrîyayê tê xerckirinê.ŞAY k’urdên Sûrîyayê çawa hêza serekeye nava şer’k’arîya dijî DAÎŞ-ê h’esab dike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button